1. li gorî sala xwe, fîlmeke xweş e. |
|
09.09.2018 22:01 |
simurg56
|
2. pir aciz bûm. temam mijar bû diyalog xweş bû lê zêde dûvdirêj dikirin sehneyen. min pêş ve bir û bir wulo temaşe kir. |
|
30.03.2020 16:09 |
xwelî li ser
|
3. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê simurg56 ve hate kirin. |
|
11.04.2020 23:41 ~2020.05.16 21:02 |
simurg56
|
4. fîlmek e cûreya wê honaka zanistî û dîstopîk e. wek serlistîkvan harrison ford dilîze ku favorî aktorê mi min e. |
|
16.01.2021 20:01 ~20:01 |
xelîl
|
5. yekem fîlmê ku min bi jêrnivîsa kurdî darî kir ev bû. loma ji bo min, ji bo hogirbûna min bi xwandina jêrnivîsa kurdî girîng bû. lê ji bo fîlmî nikarim heman tiştî bibêjim. tenê sûda wî ji bo min ev bû ku bi saya wî min blade runner 2049 jî darî kir ku ji vî fîlmî gelek baştir bû bi min. |
|
16.01.2021 22:30 ~22:34 |
keyomerd
|
6. Her çend dişibe fîlmekê biqeswet û acizker ku pir hêdî diherike û tê de peyivîn pir kêm e, ne fîlmekê vala ye. Hewce ye ku meriv bi baldarî, belkî du sê caran lê temaşe bike da ku peyamên wê fêm bike. Ji xwe di sînemaya honaka zanistî de kultbûna vê fîlmê, çavkaniya xwe ji vê xususiyeta xwe werdigire. Divê temaşevan nivîsa pêşîn xweş bixwînin û fêm bikin an na wê fîlm zêdetir bêhna wan teng bike. |
|
17.01.2021 16:54 ~16:57 |
biruya hayao miyazaki
|
7. bi replîka dawîn ya rutger hauer (Roy Batty, serokê androîdan), ji bo min gelek watedartir e. |
|
17.01.2021 20:51 ~20:51 |
simurg56
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |